30,1045$% -0.01
32,7584€% -0.03
38,0444£% 0
1.962,95%-1,24
3.323,00%-0,32
1302035฿%1.00412
Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed biryar da 100 hezar Lîreyên Sûrî ku hinekî zêdetir ji 16 dolaran dike, weke bexşînekê bidin her karmendekî Sûrî yê li ser kar û yê xanenişîn.
Li gor ajansa fermî ya Sûriyê, Beşar Esed duh Pêncşembê 15ê Kanûna 2022an ev biryar îmze kiriye û karmendên dewletê yên sivîl, leşker, karkerên serktora hevbeş, kesên xanenişîn, karmendên demkî û her karmendekî astengdar dê wî pereyî ji hikûmeta Sûriyê werbigre.
Dawiya Tebaxa bihorî jî, Serokkomarê Sûriyê bi biryarekê bexşîneke darayî (Minhe) bo karmendên hikûmetê di herdû warên sivîl û serbazî de xerc kiribû ku wê demê jî 100 hezar Lîreyên Sûrî bû.
Ev yek di demekê de ye, ku rewşa aborî ya Sûriyê û rewşa debera xelkê li seranserê Sûriyê gelek xirab e, dahata xelkê pir kêm û xerciyên wan jî pir zêde ne.
Bexşîna 16 dolaran ji aliyê Serokê Sûriyê ve bo her karmendekî wî welatî di demekê de ye ku hin caran bihayê tijekirina tupa gazê li wî welatî digihe 100 hezar Lîreyî.
Saziya Qasyûn raporeke belav kiriye ku têde hatiye, her malbateke Sûrî ku ji 5 kesan pêk tê, mehane pêwîstiya wê bi 3 milyon û 500 hezar Lîreyên Sûrî heye.
Di Kanûna 2021ê de, Serokkomarê Sûriyê bi rêjeya ji sedî 30 mûçeyê karmendên hikûmetê yên li ser kar û ji sedî 25 bo karmendên xanenişîn zêde kiribû.
Niha li Sûriyê 1 dolarê Amerîkî bermaberî 6,200 Lîreyên Sûrî ye, mûçeyê herî bilind li vî welatî jî digihe nêzîkî 250 hezar lîreyan.
Li Fransayê agir bi avahiyeke 7 qatî ket; 5 jê zarok 10 kes mirin
Diyarbakır Web Tasarım Ajansı