30,1045$% -0.01
32,7584€% -0.03
38,0444£% 0
1.962,95%-1,24
3.323,00%-0,32
1302035฿%1.00412
Li Taxa Bahçelîevlera Farqînê di navbera pismaman de pevçûna bi çek pêk hat, di encama pevçûnê de 2 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin du pismamên ku li kuçeya 613emîn a li Taxa Bahçelîevlerê rûdiniştin di seat 22.00an de pêşî bi gotinan bi hev du re gelemşe kirin û dû re bi çekan li hev xistin.
Di encama pevçûnê de gule li çîmên bav A.S. û kur M.S. ket û birîndar bûn û di malan de jî ji ber guleyan xesara meddî pêk hat.
Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê pevçûnê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Farqînê.
Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin.
Ji PDK û YNKê li Hewlerê civîna hevpar
Diyarbakır Web Tasarım Ajansı