30,1045$% -0.01
32,7584€% -0.03
38,0444£% 0
1.962,95%-1,24
3.323,00%-0,32
1302035฿%1.00412
Li Kamerunê di encama êrîşa bi çek de 24 sîvîl canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.
Li gorî medyaya mehellî komeke çekdar yê ku her meh ji gundîyan xeracê distîne êrîş li gundê Obonî al-Thanîya ku 560 kîlometre dûrê Yaundeya ku nêzê sînora Nîjeryayê kir.
Di encama êrîşê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 24 kes canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rêxistinên sîvîl, di sala 2017an de heta niha ji ber pevçûnên hêzên ewlehîyê û veqetînxwazan ji 6 hezarî zêdetir kes canê xwe ji dest dan û nêzê milyonek mirov jî ji cihên xwe bûn.
Ji teref rêxistinên sîvîlên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ve hat destnîşankirin ku sîvîlan, ji herdu alîyan jî tesîrdar dibin.
Li Brezîlyayê hêjmarên mirîyên ku ji ber lehîyê mirin derket 107 kesan
Diyarbakır Web Tasarım Ajansı